Gundên Girê Spî û Eyn Îsayê hatin topbarankirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê vê êvarê gundê Xalidiyê û Hoşan ên rojavayê Eyn Îsayê û gundê Sarûc ê Girê Spî topbaran kirin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê vê êvarê gundê Xalidiyê û Hoşan ên rojavayê Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kirin.

Derbarê encamên topbaranê de agahî nehat bidestxistin.

Her wiha di heman êvarê de jî gundê Sarûc ê Girê Spî ji aliyê Dagirkeran ve bi top û moşekan hat topbarankirin.

Dagirkeran di êrîşên xwe de malên sivîlan kirin hedef.

Back to top button