Mezlûm Ebdî: Em tevlî banga wezîra Swêdê dibin, divê Tirkiyê hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne

Fermandarê Giştî ya QSD’ê Mezlûm Ebdî spasiya Swêdê li ser banga wê bo vekişîna Tirkiyê ji Sûriyê kir. 

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Lindy di serdana xwe ya li Tirkiyê de, ji hempîşeyê xwe yê Tirkiyê Çavuşoglo xwest ku xwe ji Sûriyê bikişînin û dawî li sûcên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bîne.

Li ser vê jî, Fermandarê Giştî ya QSD’ê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê spasiya Wezîra Swêdê kir û got:

“Em tevlî gotinên Wezîra Derve ya Swêdê Ann Lindy, yên têkildarî sûcên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk anîne, dibin.

Em piştevaniyê didin banga Swêdê ya vekişîna hêzên Tirkiye ji Sûriyê, piştgiriya xebata li ser çareseriya siyasî ku rêzê ji yekîtiya Sûriyê û pirrengiya siyasî re digire, dikin.”

Back to top button