Saziyên Êzidîyan ji îro de dest bi çalakiyan dikin

Saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê, li dijî peymana Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê, wê ji îro de, dest bi çalakiyan bikin.

Sazî û rêxistinên Êzidî yên li Ewropayê diyar kir ku çalakiyên şermezarkirinê wê li ber Parlamenta Almanya û sefaretxaneyên bilind ên dewletên bibandor dest pê bikin.

Sazî û rêxistinên Êzidiyan peymana Hewlêr û Bexdayê bi xiyanetê bi nav kir û got:

“Hem li Êzidîxanê, hem jî li her devera cîhanê, wê Êzidiyên bi rûmet li ber vê planê rabin û bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin.

Em bang li civaka Êzidî û hêzên demokratîk dikin ku piştgiriyê bidin çalakiya wê 15’ê Cotmehê dest pê bike.

Back to top button