Putin ji Erdogan xwest ku pabendî agirbestê bibe

Serokê Rûsya Vladimir Putin ji ber beşdarbûna çeteyên dewleta Tirk di şerê Qerebaxê de, dilgiraniya xwe anî ziman.

Vladimir Putin bi pêwendiya telefonî bi Serokkomarê Tirkiyê Erdogan re axivî û îşaret bi girîngiya bidawîkirina rijandina xwînê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de kir.

Putin her wiha daxwaza veguherdina şer, ber bi danûstandinên aştiyane jî ve kir.

Kremlîn jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku aliyan navnetewî rewşa şer baş li Qerebaxê nîqaş kirin û teqezî li ser pabendiya bi agirbesta mirovî hat kirin.

Putin weke ku Tirkiyê aliyekî şer e sereke bibîne, jê hêvî kir ku agirêbestê pêk bîne.

Ji 27’ê Îlona borî de, şerê navbera hêzên Azerî û Ermenî li herêma Qerebaxê li dar e.

Dewleta Tirk jî destê xwe dirêjî şer kiriye û 4 hezar çete ji bakurê Sûrî şandine Azerbeycanê.

Back to top button