Di çarçoveya pêngava KCK’ê de, çalakiya rûnştinê ya li ber Konseya Ewropayê ku bo azadiya Rêber Ocalan dest pê kiriye, di roja xwe ya 4’an de didome.
Rojane Kurd û dostên xwe, serdana çalakiyan dikin û piştgiriya xwe tînin ziman.
Duh di nav rojê de, Kurdan serdana çalakiyê kir û diyar kirin ku ew parçeyekî vê pêngavê ne û banga azadkirina Rêber Ocalan kir.
Di roja sêyan de, Konfederasyona Karkerên Tirk ên Ewropayê-ATÎK’ê jî serdana çalakiyê kir.
Her wiha duh hunermendên Federasyona Komeleyên Maraşê (MAR-DER) û hunermendên TEV-ÇAND’ê jî serî li çalakiyê da û bi stranên şoreşgerî destek dan berxwedanê.