Hikumeta Şamê Cebel El-Ekrad û Cebel El-Zawiyê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê Cebel El-Ekrad û Cebel El-Zawiyê topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku îro vê sibehê, hêzên hikumetê bi mûşekan deverên li Tel el-Kebane li Cebel El-Ekrad yê li bakurê gundewarê Laziqiyê û gundewarên Cebel El-Zawiyê li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Di heman demê de jî, çeteyên dewleta Tirk êrîşî nuqteyên hêzên hikumetê li başûrê Idlibê kir.

Çavdêriyê duh jî ragihandibû ku di encamê êrîşên hikumeta Şamê li ser bajarokê Efis yê rojhilatê Idlibê de, hin sivîl birîndar bûbûn.

Artêşa dagirker ya Tirk bargehên nû li parêzgeha Idlibê ava dike

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku Îro, artêşa dagirker a Tirk li gundê Qewqefînê yê li rojavayê çiyayê Zawiyê, baregeheke leşkerî ya nû ava kir.

Li gorî çavdêriyê, hejmara baregehên artêşa dagirker a Tirk li herêmê derket 69’an.

Back to top button