Salvegera 1. a şehadeta Demhat Egîd û Cemîl Amed

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê, bi daxuyaniyekê her du endamên Konseya Rêveber ya KCK’ê şehîd Demhat Egîd û Cemîl Amed bi bîr anî.
KCK’ê destnîşan kir ku hin alî çawa bûn sedema şahadeta Demhat û Cemîl îro bi heman hişmendiyê dixwazin destketiyên civaka Êzîdî jî ji holê rakin.
KCK’ê diyar kir hikumeta Başûrê Kurdistanê hê bersiv nedaye ku ev komkujî ji aliyê kê ve bi piştgiriya kê hatiye kirin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bi boneya salvegereya yekemîn a şahadeta Demhat Egîd û Cemîl Amed daxuyaniyek da.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de her du şoreşgerên Kurdistanê bibîr anî û got.

“Dewleta Tirk li başûr, rojava û bakurê Kurdistanê hewildide hemû destketiyên kurdan ji holê rake.

Heval Egîd û Cemîl di demekê de ku êrişên dagirkeriyê li ser Serêkaniyê û Girê Spî hebûn, bi alikeriya nokeran bûn hedefa dewleta Tirk û hatin şehîd xistin.

Tevî vê yekê jî rêveberî û hikumeta Başûrê Kurdistanê hê jî derbarê şahadeta her du şoreşgeran de lêkolînek nedaye destpêkirin û got,

“Hikumeta Başûrê Kurdistanê hîn bersiv nedaye ku komkujiya hevalên Demhat û Cemîl ji aliyê kê ve bi piştgiriya kê hatiye kirin.”

KCK’ê daxwaz ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir ku ew ji bo ronîkirina komkujiya hevrêyên xwe benda daxuyaniyeke têrker in.

KCK: Noker ji bo Şengalê jî di dewrê de ne

KCK’ê diyar kir ku êrîşên ji bo tunekirina destkeftiyên Kurdan û qirkirina wan, li her devera Kurdistanê bi alîkariya no-keran bênavber dewam dikin.

KCK’ê balkişand li ser plana dawiya ya li ser Şengalê û got:

“Hin hêz hewl didin civaka me ya Êzidî ya ku li dijî qirkirin û polîtîkayên komkujiyê yên DAIŞ’ê li ber xwe da û hebûna xwe diparêze, ji derfetên xwerêveberî û xweparastinê bêpar dihêlin.

Ev hêzên navborî derdorên noker ji nû ve xistine dewrê. Ji bo tunekirina destketiyên civaka me ya Êzidî, PDK û hikumeta Iraqê hevkarî kirine û li hev kirine. Vê polîtîkaya xwe jî bi navê hikumeta Başûrê Kurdistanê dimeşîne û dixwaze rewa bike.

Yên ku ji şehadeta hevrêyên me re, ji operasyonên dagirkeriyê re û ji qetilkirina civaka me ya Êzidî re bûn bingeh, yên ku rê dan vê yekê, hevkarî û teşwîq kirin, divê ji aliyê gelê me ve bê dîtin û li dijî wan helwest bê nîşandan.”

Back to top button