Li navçeya Zeytînbûrnû ya Stenbolê polîsên dewleta Tirk ciwanê Kurd ê bi navê Aydin Îzgîn kuşt.
Hate ragihandin ku li Zeytînbûrnî ya Stenbolê di navbera 2 malbatan de şer derketiye, polîs dema destwerdanê li bûyerê dikin, ciwanê Kurd ê bi navê Aydin Îzgîn dikuje.
Xizmê Aydin, Resûl Îzgîn ji ajansa Firatê re ragihand ku polîs cenazeyê Aydin li nexweşxaneya navçeyê radigirin û cinaze nadin malbatê.
Li gorî Îzgîn, piştî cenazeyê bibin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û şûnde, wê li navçeya Mîdyat a Mêrdînê veşêrin.
Îzgîn da zanîn ku dewlet dixwaze li ser bûyerê bigire, lê ew ê heta dawî ji bo sûcdar werin darizandin pey doza xwe bin.