Saziyên Êzidiyan ên li Almanya dest bi çalakiyê kirin

Sazî û rêxistinên Êzidiyên li Elmanyayê li dijî peymana Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê li ber Meclisa Federal ya Almanya a li paytext Berlînê dest bi çalakiya nobetê kirin. Bang li herkesî hat kirin ku piştgiriyê bidin çalakiyê.

Gelek saziyên Êzidiyan ên li Elmanyayê li ber peyamana di Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê rabûn û li dijî peymanê
li nêzî Meclîsa Federal a Elmanyayê ya li paytext Berlînê dest bi çalakiya nobedê kirin.

Nobedê îro danê nîvro bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kir.

Hevseroka Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YÊK) Çîçek Yildiz bi navê saziyên Êzidî daxuyanî da.

Çîçek Yildiz diyar kir ku ew ê peymana navbera hikumetên Hewlêr û Bexdayê li ser Şengalê hatiye kirin qebûl nekin û ji bo peyman bê betalkirin li qada dîplomasiyê wê karekî berfireh bikin.

Çîçek destnîşan kir ku gelek derdor vê peymanê weke xiyaneta li civaka Êzidî û Şengalê dibînin û got, “Ev peymana ku ti aliyê xwe yê hiqûqî nîne û mafên mirovan binpê dike, xizmetê ji civaka Êzidî re nake. Ji bo ev peyman bi cih neyê anîn em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin.”

Hevseroka NAV-YÊK’ê, ji bo jiyana azad a Êzidiyan bang li hikumeta Alman û welatên rojavayî kir û ji gelan xwest ku piştgiriya çalakiya wan bikin.

Çalakî wê heta 23’ê Cotmehê dewam bike û wê her roj saet di navbera 10:00 û 15:00 de pêk were.

Back to top button