MSD’ê têkildarî girtiyên ketine ber efûyê daxuyaniyek da

Meclisa Sûriya Demokratîk têklildarî biryara efûya giştî û girtiyên ku ketine ber efûyê civîneke çapemeniyê lidar xist.
Di civînê de hat ragihandin ku îro 631 girtiyên ketine ber efûya giştî wê werin berdan.
Endamê Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Hesen Silêman jî ragihand ku bi giştî 848 kes ketine ber efûyê.

Meclisa Sûriyê Demokratîk têklildarî biryara efûya giştî û girtiyê ku ketine ber efûyê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Civîna çapemeniyê bi amadebûna Komîteya Girtiyan, Meclisa Edaleta Civakî û Deseeya Rûsipiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar ket.

Hevseroka MSD’ê Emîne Umer û Hevserokê Meclisa Rêveber ê Herêma Cizîrê Telet Yûnis jî beşdar bûn.

Civîn li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo hate lidarxisitn.

Di civîna çapemeniyê de, daxuyaniyek hate dayîn û ji aliyê Emîne Omer ve hate xwendin.

631girtiyên din ku ketine ber efûyê hatin berdan

Emîne Omer da zanîn biryara efûya giştî ji bo pêkanîna xwestekên gel, hat girtin.

Emîne Omer destnîşan kir ku li gorî biryarê, wê îro 631 girtiyên ketine ber efûya giştî werin berdan û got,

Îro wê 631 girtiyên bi tewana terorê hatine darizandin û nîvê dema darizandina wan hatiye derbaskirin, wê werin berdan.

Emîne bibîrxist ku di çarçoveya efûya giştî de, 253 girtiyên din jî wê ji efûyê sûd werbigirin û tenê nîvê cezayê wê di girtîgehê de bimînin.

Emîne anî ziman ku kesên nehatine darizandin piştî li pêşiya dadgehê werin darizandin, dikarin sûdê ji efûyê werbigirin.

”848 kes ketine ber efûya giştî”

Endamê Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Hesen Silêman jî axivî û anî ziman ku 848 kes ketine ber efûya giştî û got,

Îro wê 631 kes werin berdan, girtiyên din yên mayî jî wê li gorî bendên biryarnameyê werin berdan.

Back to top button