Balafirên artêşa Tirk îro careke din êrîş birin ser herêma Biradostê ya Başûrê Kurdistanê.
Li gorî çavkaniyên herêmî, îro derdora saet 11:00 ê nîvro, balafirên artêşa Tirk gundên naçveya Sîdekan ya girêdayî herêma Biradostê bombebaran kirin.
Balafiran gundê Sinîn a li deverê bi dijwarî bombebaran kir.
Li gorî agahiyan ziyanek mezin gihiştiye bax baxçe û rêyên xelkê herêmê.
Derbarê êrîşê de, Rêveberê bajarokê Sîdekanê, Ihsan Çelebî axivî û diyar kir ku piştî rawestandina du heftiyan, îro careke din balafirên Tirkî dest bi êrîşan ser herêmê kir.
Ihsan Çelebî got ku gundê Sinîn û derdora wê ev 15 sal in rastî êrîşên Tirkiyê tên.