Konfiransa 1. ya Mecilasa Ciwanan li Tebaqayê hat lidarxistin

Bi dirûşmeya” ji bo Sûriyê bi têkoşîn û yekîtiya gelan em ê bi serkevin” Meclisa Ciwanên Partiya Pêşrojê ya Sûriya ya li Herêma Tabqayê Konfiransa xwe ya yekemîn li dar xist.

Konfirans li navenda çand û hunerê ya Tabqayê, bi amadebûna sekretera giştî ya partiya pêşerojê ya sûriyê Sîhem Dawud, hevserokê meclisa tenfîzî ya Tabqayê Mezlûm Umer, Meclisa Tebqa ya Leşkerî, Meclisa Malbatên Şehîdan û nûnerîn tevegera ciwanên şoreşger hat li darxistin.

Piştî xwendina bernemeya konfiransê sekretera giştî ya partiya Sûriya pêşerojê Sîham Dewud axivî û got

“Dewleta Tirk li herêmê mîna pençeşêrê ye û şandina bi hezaran çeteyan li Lîbya û Azerbaycanê re dixwaze Dewleta Osmanî zindî bike û dixwaze herêmê dagir bike. ”

Pişt re ciwanan rêziknameya navxweyî ya Meclîsa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê nîqaşkirin û erê kirin.

Di dawiya Konfirasê de 19 endam ji bo rêveberiya Mecilsa ciwana hatin hilbijartin

Back to top button