Fransa û Almanyayê hefteyek dem dan Tirkiyê ku helwesta xwe zelal bike

Fransa û Almanyayê derbarê tevgera Tirkiyê ya nerewa li Derya Spî de nerazîbûna xwe nîşan da û hefteyek dema dan Tirkiyê ku helwesta xwe zelal bike.

Wezîrên Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian û yê Almanyayê Heiko Maas bi hev re rûniştin û derbarê tevger û binpêkirinên Tirkiyê li rojhilatê Derya de Spî axivîn.

Piştî civînê, aliyan civîneke çapemeniyê li dar xist.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian diyar kir ku Tirkiyê binpêkirinên xwe li rojhilatê Deryaya Spî didomîne û ev nayê qebûlkirin.

Wezîrê Karê Derve yê Almanya Heiko Maas jî destnîşan kir ku vegrea keştiya Tirk ya lêgerîna xazê li beravên Yûnanî bi ti awayî nayê qeûbûlkirin.

Her du wezîran destnîşan kir ku heta heftiyekê, ger Tirkiyê helwesta xwe neguharend, wê Yektiya Ewropayê dest bi ferizkirina cezayan dijî wê bike.

Hat gotin ku ger Tirkiyê binpêkirinên xwe li Deryaya Spî bidomîne, wê ji bilî banga diyalogê her wiha bijarteya leşkerî jî ser maseyê be.

Back to top button