Navenda ragihandina Meclisa Leşkerî ya Minbic, ragihand ku çeteyê bi navê Izedîn Elî El-Casim ji nava çeteyên dewleta Tirk, veqetiya.
Çeteyê veqetyayî diyar kir ku li herêmên dagirkirî, tevlihevî û ne aramî serwer e û rewşa ewlekariyê jî pir xirab e.
Çete Izedîn behsa binpêkirinê çeterên dewleta Tirk derheqê sivîlan li herêmên dagirkirî kir û wiha got:
“Serçete, ciwanan dixapînin da ku wan tevlî nava xwe bikin.
Serçete ji bo sedemne biçûk wan li dijî hev didin şerkirin.
Min biryara veqetandinê stand û xwe radestî Meclisa Leşkerî ya Minbicê kir.”
Meclisa Leşkerî ya Minbicê rêkarên ewlekariyê yên pêwîst standin, piştre Izedîn radestî malbata wî kir.