Şehîd Mihemed Mûsa li Hesekê hat oxirkirin

Şêniyên Hesekê û gundewarê wê cenazeyê şehîdê Hêzên  Erka Xweparastinê Mihemed Mûsa bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê oxir kirin. Di merasîmê de şehîd Munîr Taha hat bibîranîn.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê, piştî wergirtina cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Mûsa ji ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê berê xwe dan goristana  Şehîd Dijwar.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên Erka Xweparastinê axeftin hate kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya wan dan.

Di merasîmê de şervanê QSD’ê Munîr Taha (Lewend Qamişlo) yê li Baxozê şehîd bibû, hate bibîranîn.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Mihemed Mûsa di nava diruşme û tilîliyên dayikan de hate veşartin.

Back to top button