Li Kobanê 19 girtiyên ku ketin ber efûyê hatin berdan

Meclisa Edaleta Civakî ya bajarê Kobanê 19 girtî ku ketin ber efûya giştî ya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dabû, hatin berdan.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara efûya giştî ji bo hemû sûcên ku beriya 10’ê Cotmeha 2020’an de hatine kirin, derxist.

Li ser vê yekê Meclisa Edaleta Civakî ya bajarê Kobanê 19 girtî yên destê wan di xwîna sivîlan de nine, berda.

Piştî berdana girtiyan, enadma rêveber a Komîteya Têkiliyan a Herêma Firatê Merwa Dirêî daxuyanî Rêveberiya Xweser a derbarê Efûyê de xwend.

Li bajarê Qamişlo jî îro 100 girtî hatin berdan.

Li gor daxuyaniya MSD’ê dê 631 girtiyên din werin berdan.

Back to top button