Ilham Ehmed: Hikumeta Şamê bi şerê hindirîn li dijî herêmê, wê xwe bi dawî bike

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed ji televizyona me re diyar kir ku bandora komxebatên MSD’ê di nêzîkkirina nerînên aliyan de hebû. Ilham destnîşan kir ku hikumeta Şamê bi şerê hindirîn ê li dijî herêmê, wê rêjîma xwe bi dawî bike. Ilham dibêje, armnaca MSD’ê ya sereke danûstandin in, ne şer e..

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed der barê encamên 8 komxebatên MSD’ê û hevdîtinên bi hikumeta Şamê re, tevlî bernameya Mesarat a televîzyona me Ronahî TV bû.

Ilham Ehmed diyar kir ku nerîn û pêşinyarên berşdarên komxebatan heta niha bi nirx û avaker in û gelek alî dixwazin beşdarî Rêveberiya Xweser bibin.

Ilham bal kişand ser hewldanên tevliheviyê li herêmê jî û got:

Hikumeta Şamê nikare li dijî herêmê êrîşeke leşkerî pêk bîne, lewma lez daye hewldanên tevliheviyê di nava pêkhateyan de, dixwaze wan li dijî QSD û Rêveberiyê sor bike.

Bi rêya xizmetguzarî, kuştina serokêlan, dixwaze fiteneyê derxe.

Ne tenê ev, dixwaze aloziyek hindirîn di nava pêkhateyên herêmê de jî çêke.

Em jî vê yekê weke êrîşekê din li dijî şêniyên herêmên bakurê Sûrî dibînin.

Ilham destnîşan kir ku hikumeta Şamê bi destpêkirina van êrîşên hundirîn li dijî herêmên ku yakparbûna Sûriyê diparêzên, wê dewleta Sûrî û rêjîmê bi dawî bike.

Ev daxuyanî û kirinên hikumetê ximeta Sûrî û Sûriyê nekin.

Heta xizmeta nasnameya Sûrî jî nake.

Tenê ximeta dasthilatdariya Partiya Beasê dike.

Ew nizanin ku bi van planên xwe yên li dijî herêmê, xwe bi dawî dikin..

Eger hikumeta Şamê şerekî hundirîn li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, ku heta niha tekane yekparbûna xaka Sûriyê diparêze û hêzên wê yên parstina sînorê vî welatî kirin, pêk bîne, wê rêjîm û dewleta Sûrî bi dawî bike.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê anî ziman ku deriyên MSD’ê yên destpêkirina danûstandinan li ber hikumeta Şamê vekiriye.

Ilham Ehmed teqez kir ku divê gelê Sûrî aloziya welatê xwe çareser bike, pêşeroja wê xêz bike û pêşkêşî NY bike, her wiha hêzên derve ji herêmê derkevin.

Ilham Ehmed: Armanca me ya sereke danaûstandin in û deriyên me vekirîne

Şer û kuştin ne bijarteya me ye, eger derfeta danûstandinan hebe, wê armanca me ye sereke danûstandin bin.

Lê hişmenidya hikumeta Şamê ya niha hîna hişmendiya Beasê ye.

Ew naxwaze ji vê çarçoveyê jî derkeve.

Lê dîsa em dibêjin danûstandin armanca me ye, ne çareseriya çekdarî.

Back to top button