Luqman Ehmê: Ji bo derxstina malbatên Sûrî ji Kampa Holê hin tedbîr hatine girtin

Ji bo derxistina malbatên Sûrî ji kampa Holê, hin tedbîr hatine girtin, der barê vê de, Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê diyar kir ku ev tedbîr sivik in û derxistina malbatan wê li gorî lêkolînên ewlehî pêk were.

10’ê Cotmehê, Rêveberiya Xweser biryara derxistina malbatên Sûrî yên koçber ji kampa Holê da.

Li gorî berpirsan, ji ber nebûna têkiliya van kesan bi DAIŞ’ê re û rizgarkirina cih û warên, ev biryar hatiye dayîn.

Rûspî û eşêrên herêmê jî, kefaleta vê yekê radikin û li ser vî bingehî, malbat dê werin derxistin.

Derxistina koçberan wê li gorî tedbîran pêk were.

Li ser van tedbîran, berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê diyar kir ku ji bo derxistina malbatan tenê du tedbîr pêwîst in:

“Ya yekemîn malbatên ku dixwazin ji kampê derkevin daxwaznameyekê radestî rêveberiya kampê bikin.

Ya duyemîn jî, li ser malbatên ku dixwazin derkevin, lêkolîneke ewlehî were amadekirin, da were naskirina ku ev malbat di nava çeteyên DAIŞ’ê de ne yan na. ”

Luqman Ehmê destnîşan kir ku li gorî van lêklolînan wê biryara derxistina malbatan ji kampê bê dayîn.

Ehmê anî ziman ku hejmarek mezin a malbatan hene û ji ber rewşa ewlehî û jiyanî naxwazin ji kampê derkevin.

Tê zanîn, Kampa Holê mezintirîn kamp li herêmên Rêveberiya Xweser e û ya herî xeter di cîhanê de ye.

Ew yek jî ji ber jimareke mezin a malbatên çeteyên DAIŞ’ê dihewîne û ev malbat ziyanê didin koçberên Sûrî û penaberên Iraqî.

Halê hazir, 6 hezar û 706 malbat ji Sûriyê, ji 24 hezar û 223 kesan pêk tê, di kampê de ne.

Li kêleka wan, 8 hezar û 209 malbat ji Iraqê ku ji 30 hezar û 606 kesan pêk tê, li wir dimînin.

Her wiha 2 hezar û 778 malbatên biyanî jî li kampê ne.

Back to top button