Amerîka destwerdana Tirkiyê rexne kir û bi ya metirsîdar bi nav kir

Amerîka destwerdana dewleta Tirk li herêma Qerebaxê rexne kir û ev destwerdan bi ya metirsîdar bi nav kir. 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, diyar kir ku destwerdana Tirkiyê li şerê Qerebaxê, metirsî li herêmê zêdetir kir.

Pompeo îşaret pê kir ku divê ti welat destwerdanê li şerê Qerebaxê neke, her wiha danûstandinên aştiyane pêk bên.

Parlamenterên Fransî banga naskirinn Qerebaxê kir

Li aliyekî din jî, derdora 20 parlamenterên Fransî ji hikumeta xwe xwestin ku bi lez herêma Qerebaxê nas bike û têkiliyên diplomasî bi desthilata wê re ava bike.

Her wiha rayedarên Ewropayê Pêncşemê bi awayekî neyekser Erdogan hişyar kir.

Back to top button