HPG: Li Colemêrgê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê jî bi çalakiyan her roj derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin.
Gerîlayan li Colemêrgê kozîk û çeperên dagirkeran dan û di encama çalakiyê de 3 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Gerîlayên HPG’ê çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk ya dagirker dewam dikin û derbên giran li dagirkeran didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir;

“Hêzên me di çarçoveya pêngava ‘Dema azadiyê ye’ de 13’ê Cotmehê li qada Rûbarok a Colemêrgê ji du baskan ve xwe berdan nava dagirkerên li ser Girê Helîkopterê.

Baskê destpêkê li 2 konteynir û kamelyayeke dagirkeran xist û îmha kir. Li vir 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Baskê duyemîn jî li kulûbe û kozikan xist û îmha kir. Hejmara dijminê ku li vir hatin cezakirin nehate tespîtkirin. Di vê çalakiyê de bi giştî 3 leşkerên dijmin ên dagirker hatin cezakirin, 2 konteynir, kamelyayek, 2 kamerayên mobese û 2 projektor hatin îmhakirin, derb li gelek çeperan hate xistin.”

HPG’ê diyar kir, dewleta Tirk a dagirker êrişên hewayî birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

HPG’ê da zanîn 13’ê Cotmehê herêma Metîna,

14’ê Cotmehê herêma Garê,

15’ê Cotmehê herêma Xakurkê bi balafirên şer hate bombekirin.

HPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir ji ber êrîşan ziyan li bax û baxçê gundiyan bû û di encama êrîşên de tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

HPG’ê destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker 26’ê Îlonê li gundê Dêrşew ê Çiyayê Gabarê yê Şirnexê bombebaraneke giran kir. Li heman qadê di 28’ê Îlonê dest bi operasyonekê kirin. Di dema vê operasyonê de gerîla Simko û Amargî şehîd bûn.

HPG’ê ji malbatên gerîlayan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û soza bi cih anîna armancê wan da.

Back to top button