MSD’ê komxebata xwe ya 9’an li Girkê Legê li dar xist

Meclisa Sûriya Demokatîk îro li Girkê Legê komxebata xwe ya 9’an bi slogana ”Ber bi kongreyeke neteweyî ve ji bo şêniyên Cizîr û Firatê” li dar xist.

Beşdarên komxebatê pêwîstiya bidawîkirina aloziya Sûriyê bi rêya diyaloga Sûrî-Sûrî destnîşan kir.

Her wiha dan xuyakirin ku opozîsyona Sûriyê ya li derve, tenê ajandeyên dewletên derve li Sûriyê pêk anîn.

Meclisa Sûriya Demokatîk (MSD) komxebata xwe ya 9’an li gundê Ker Qehfik yê Girkê Legê lidar xist.

Komxebat bi slogana “Ber bi kongreyeke neteweyî ve ji bo şêniyên Cizîr û Firatê” hat lidarxistin.

135 nûnerên Meclisa Rûspiyên Êlan, nûnerên Rêveberiya Xweser, oldar û Dika Gel a Yekitiya Kurd tevli komxebatê bûn.

Di komxebatê de mijarên diyaloga Sûrî-Sûrî, diyaloga Kurd-Kurd û mekanîzmaya pêşxistina saziyên Rêveberiya Xweser hatin nîqaşkirin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Emîne Umer axivî û anî ziman ku armanca van komxebatan pêşxistina Rêveberiya Xweser e.

Emîne diyar kir ku diyaloga Kurd-Kurd dikeve xizmeta çareseriya Sûriyê de û bi awayekî baş bi rê ve diçin.

Her wiha Emîne Umer bal kişand ser diyaloga Sûrî-Sûrî û got,

Ev komxebat dikevin xizmeta diyaloga Sûrî-Sûrî, ji bo berjewendiya gelê Sûriyê ev xal gelekî girîng in.

Em li pêşiya her hewldanekê li dijî herêmê sekinîn, ev alî hîna hewl didin van komxebatan bi bin bixin.

Beşdarên komxebatê: Pêwîste aloziya Sûriyê bi rêya diyaloga Sûrî-Sûrî bi dawî bibe

Beşdarên komxebatê pêwîstiya bidawîkirina aloziya Sûriyê bi rêya diyaloga Sûrî-Sûrî destnîşan kir.

Her wiha dan xuyakirin ku opozîsyona Sûriyê ya li derve, tenê ajandeyên dewletên derve li Sûriyê pêk anîn.

Back to top button