Kongra 1. a Yekîtiya Êzdiyan li Amûdê hat lidarxistin

Kongreya yekemîn a Yekîtiya Êzdiyan bi dirûşmeya ” Bi yekîtiya me wê Efrîn û Serê Kaniyê rizagar bibin”, li navçeya Amûdê hat lidarxistin
Kesên di kongirê de axivîn diyar kirin ku hemû pilanên li ser gel tên meşandin, bi yekîtiyê wê têk biçin.

Îro Yekemîn Kongreya Damezirîner a Yekitiya Êzidiyan, bi beşdarbûna 200 delegeyan hat li darxistin.

Kongir bi slogana “Bi yekitiya xwe em ê Efrîn û Serêkaniyê rizgar bikin” li Hola Beylesan a navçeya Amûdê pêk hat.

Di kongreyê de, wekîlê mîrnişîna têkiliyên derve ya mala Mîrnişîna Êzîdiyan Cahûr Elî Bek axivî û lidarxistina kongreyê pîroz kir.

Bi navê Yekitiya Êzidiyên li Sûriyê Silêman Cafer jî axivî û kêfxweşiya xwe bi lidarketina kongreyê anî izman.

Silêman Cafer pêvajoyên ku êzidî beriya şoreşê tê re derbas bûne, bi bîr xistin û got:

Bi avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk re, êzidiyan cara yekemîn di dîroka Sûriyê de nefeseke kûr kişand.

Cafer piştrast kir ku Yekitiya Êzidiyan dê bibe mala hemû êzidiyan li Sûriyê û derveyî wê.

Cafer di nava axaftina xwe de, komplo û siyasetên ku li dijî êzidiyan li Şengalê pêk tên, şermezar kirin.

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd jî îşaret bi girîngiya Yekîtiya Êzidiyan kir û got pêwîste rêxistina me bibe mînak ji tevahî cîhanê re.

Piştre senevîzyonek li ser dagirkirina Efrîn û Serê Kaniyê û êrîşên DAIŞ’ê li ser Şengalê hat pêşkêşkirin û rêziknameya hindirîn hat xwendin.

Beşdaran jî, li ser girîngiya li darxistina Kongirê, Yekîtiya Êzîdiyan û pilanên tên meşandin axivîn.

Kongre bi hilbijartina Silêman Cafer weke Berdevkê fermî yê yekîtiya Êzîdiyên li Sûriyê û daxuyaniyekê bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de hin biryarên girîng hatin girtin ji wan:

Beferehkirina têkiliyan bi saziyên mafên mirovî re, komkirina her tiştên girêdayî ola êzîdî û kar li ser derxistina hemû kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê û hwk.

Back to top button