Ermeniyên li Bakur û Rojhilatê Sûrî bertek nîşanî dewleta Tirk dan

Ermeniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî şerê dewleta Tirk yê li Qerebaxê li Qamişlo çalakiyek li dar xist.

Ermeniyan di çalakiya xwe de bertek nîşanî helwesta dewleta Tirk ku şerê Ezerî û Ermeniyan gur dike, dan.

Di çalakiyê de li ser navê ermeniyên bakur û rojhilatê Sûrî daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de bêdengiya civaka navnetewî li hember şerê Ezerbaycan û Ermenistanê hat şermezarkirin.

Her wiha hat diyar kirin ku tişta ku dewleta Tirk li sûriyê kir niha dixwaze li Ermenistanê pêk bîne.

Ermeniyan diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze wir jî dagir bike û komkujiyan pêk bîne.

Kesên ku beşdarî çalakiyê jî bûn banga xwedîderketina li Ermeniyan kirin.

Back to top button