jinên li Helebê ji bo şeremzarkirina tecrîda li dijî Rêber Ocalan, meşiyan

Kongreya Star a Helebê ji bo şeremzarkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan bi diruşmeya “Jin azadiya rêbertî dixwazin” meş li dar xistin.

Meşek ji pêşiya rawestgeha erebeyan a taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir, ya din ji ber Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li beşê rojavayê taxê û yek din jî ji pêşiya Mala Jinê ya taxa Eşrefiyê dest pê kir.

Jinan bi cil û bergên xwe yên folklorî, posterên rêber Abdullah û alên Kongreya Star hildan û bê navber diruşmeyên banga azadiya Ocalan berz kir.

Her sê meş qada Cîbayat a beşê rojhilatê taxa Şêxmeqûdê bûn yek û deqeyeke rêz hate girtin.

Piştre li ser navê Kongreya Star Sûad Hesen axivî û diyar kir ku têkoşîna wan a ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan berdewam e.

Her wiha destnîşan kir ku dijminê gelê Kurd dixwazin îradeya gelê Kurd bişkînin, lê rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelan ji pergalên desthilatdar têdikoşe, ji ber vê dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser wî ferz kiriye.

Çalakî bi diruşmeyên banga azadiya rêber Ocalan bi dawî bû.

Back to top button