YPG’ê li Hesekê 4 çeteyên DAIŞ’ê girt

Di operasyoneke YPG’ê de, 4 çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê hate girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 16`ê Cotmehê Yekineyên Antîteror-YAT’ê li Hesekê li hemberî şaneyeke DAIŞ”ê operasyonek li dar xist.

Li gorî daxuyaniyê di encama operasyonê de 4 çete hatin girtin, her wiha damençeyek û gelek telefon hatin desteserkirin.

Beriya du rojan Hêzên girêdayî QSD’ê jî li Hesekê çeteyek, 11’ê mehê de jî li herêmên Zîban û Deşîşa yên Dêra Zorê jî 22 çete girtibûn.

Back to top button