Tirkiye pergala parastinê ya S-400 diceribîne

Tevî ku dewelta Tirk ti daxuyanî di vê derbarê de nedane jî, lê mijara ceribandina pergala parastinê ya S-400 nayê veşartin.
Ji ber vê yekê, Amerîka nerazîbûna xwe nîşan da û Enqere hişyar kir ku vê pergalê nede xebitandin.
Senatorê Amerîkî Robert Mendez banga cezakirina dewleta Tirk kir û got: ”Erdogan bi gotinan fam nake, tenê bi kirinan fam dike.”

Dewleta Tirk pergala parastinê ya S-400 diceribîne û gelek dewlet vê pergalê, weke gefekê li ser NATO’yê dibînin.

Wezareta derve ya Amerîkayê ragihand ku Waşingtonê, dewleta Tirk agahdar kir ku, ew hebûna çekên Rûsî yên mîna S-400 li gel Tirkiyê qebûl nakin.

Amerîkayê hişyarî da dewleta Tirk ku eger ew vê pergalê bide xebitandin, wê aqubeta vê yekê li ser Tirkiyê pir xirab be.

Berdevka wezareta derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus bi daxuyaniyekê got:

”Eger em piştrast bibin ku Tirkiye mûşekên S-400 ceribandine, em ê bi tundî wê şermezar bikin, ji ber ku ev yek ne li gorî berpirsyariyên Tirkiye weke endameke NATO’yê û weke hevkarekî stratejîk ê Amerîkayê ye”.

Senatoyê Amerîkî Robert Mendez: ”Erdogan bi gotinan fam nake, tenê bi kirinan fam dike”

Endamê komîteya karûbarên derve ya Senatoya Amerîkî Senator Robert Mendez jî, li ser ceribandina Enqere ji pergala S-400 re got:

”Erdogan bi gotinan fam nake, tenê bi kirinan fam dike”

Senatoyê Amerîkî Robert Mendez: Têkiliya Trump û Erdogan, gefek li ser ewlehiya niştimanî ya Amerîkayê ye

Mendez destnîşan kir ku nêzîkatiya di navbera Trump û Erdogan de, gefeke xeternak li ser ewlehiya niştimanî ya Amerîkayê ye û teqez kir ku divê yekser Tirkiye li ser kirîn û bikaranîna S-400 were cezakirin.

Ji aliyê xwe ve serokê Komîteya karûbarên derve ya Senatoya Amerîkî Senator Jim Rish jî, bi daxuyaniyekê diyar kir ku cerbandina van mûşekan ji welatekî endamê NATO’yê nayê qebûlkirin.

Rish da zanîn ku ev gav, ziyanê digihîne NATO’yê û metirsiyeke yekser li ser bernameyê firokeya F-35 û pergalin din ên Amerîka û NATO’yê çêdike.

Wezareta parastinê ya Amerîka-Pentagonê jî teqez kir ku divê pergala S-400 neyê xebitandin.

NATO: Xebitandina Pergala S400 wê bandorê bi têkiliyên navbera endamên NATO’yê bike

Her wiha NATO’yê jî derbarê xebitandina pergala S400 hişyarî da Tirkiyê û got ku ev ê bandorê bi têkiliyên navbera endamên NATO’yê bike.

NATO’yê diyar kir ku pergala S 400 dibe metirsiyek ser balafirên endamên NATO’yê û nabe ku bibe parçek a sîstema parastinê ya endaman.

Back to top button