Li Fransayê serê mamosteyê dîrokê hat jêkirin

Li paytexta Fransê Parîsê, duh serê mamostayekî dîrokê hat jêkirin, û êrîşkar ji aliyê polîsan ve hate kuştin.
Piştî lîkolîn û lêpirsînê 5 kes li ser buyerê hatin girtin. Macron jî dibêje wê li Fransayê tarîtî bi sernekeve.

Li Fransayê, serê mamostayê dîrokê hat birîn.

Bûyera ku welat xist nava şoqê, li Qada Cnaflans-Saînt-Honorîne ya nêzî paytext Parîsê pêk hat.

Di saet derdorî 17:00’an de kesekî ku li Dibistana Navîn a Boîs-d Aûlne mamostatî dikir, ji aliyê kesekî hate kuştin.

Êrîşkarê ku serê mamoste jê kir, ji aliyê polîsan hat kuştin. Li gorî çavkaniyê dadgeriyê ev kes 18 salî ye û Şîşanî ye.

Mamostayê dîrokê di waneya azadiya derbirînê de wênê pêximber Mihemed karîkator weke mînak nîşan da.

Ji ber vê sedemê tê texmînkirin ku mamostayê dîrokê ji aliyê êrîşkarê ku guman tê kirin alîgirê DAÎŞ’ê be, hatiye kuştin.

Piştî bûyerê Dozgerê Antî Terorîzmê kete dewreyê, têkiliyên êrîşkar lêkolîn dike.

Li ser vê buyerê desthilata Fransa ragihand ku 5 kes li Parîsê girtin.

Piştî vê buyera kuştina bi awayekî terorî, gelek bertek û nerazîbûn derketin.

Serokê Fransa Emmanuel Macron çû cihê buyerê û diyar kir ku wê tarîtî li welêt bi sernekeve, teror wê Fransa perçenekin.

Li aliyekî din, Imaratê bidaxuyaniyekê kuştina wî mamosteyî şeremezar kir, di heman demê de bêhurmetiya li olan red kir.

Her wiha mizgefta El-Ezher Şerîf jî bûyera li Parîsê û hemû kirinê terorî red kir banga rêgirtina olan kir.

Bi vê êrîşê re li Fransayê ji sala 2017’an û vir ve bû êrîşa 33 pêk hatiye.

13’ê Mijdara 2015’an di êrîşa DAIŞ’ê ya herî giran de 130 kes, 14’ê Tîrmeha 2016’an jî 86 kes hatin kuştin.

Back to top button