Li Efrînê çeteyan zêdeyî 50 mal li Cindirêsê desteser kirine

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe li navçeya Cindirêsê mal û milkên şêniyên resen desteser dikin û bi ser de jî firotina xanûberiyan bêyî wan qedexe dikin.

Malpera Afrîn Post eşkere kir ku çeteyên dewleta Tirk ji 10’ê Cotmehê ve biryara qedexekirina firotina malan bêyî dawaza wan derxistiye.

Malperê da zanîn jî ku çete bi vê yekê hewl didin tevahî malên şêniyan desteser bikin û ji xwediyê wê bigirin.

Her wiha malperê ragihand ku tenê li navçeya Cindirêsê, çeteyan zêdeyî 50 malbat bi darê zorê ji malên wan derxistin û mal jî desteser kirine.

Çeteyan li navçeya Bilbilê berhemên 590 darên zeytûnê dizîn

Dizîna berhemên zeytûnan jî ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve dewam dike.

Ҫavdêriya Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyan berhemên 90 darên zeytûnê yê Ekaş Dawud ê ji gundê Bêkê ya navҫeya Bilbilê dizîn.

Her wiha çateyan berhemên 500 darên zeytûnê yê kesê bi navê Reşîd Ibrahîm ê ji gundê Elî Cara dizîn.

16ciwan ji ber çûyîna Azrebêcanê red kirin hatin revandin

Li aliyê din jî ciwanên ku çûyîna Azrebêcanê red dikin ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve tên revandin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê 16 ciwan ji ber ku çûyîna Azrebêcanê red kirin çeteyan ew revandin û ew birin cihekî ne diyar e.

Back to top button