Li Til Temirê 18 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin bibîranîn

Li navçeya Til Temirê 18 şehîdên Berxwedana Rûmetê yên ku di meha Cotmehê de şehîd bibûn hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê li Qada Meclisa Malbatên Şehîdan a li navçeyê hat lidarxistin.

Malbatên şehîdan, endamên partiyên siyasî, endamên meclisên sivîl û bi dehan şervanên hêzên leşkerî beşdarî merasimê bûn.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star û Hêzên Leşkerî axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û destnîşan kirin ku şehîdên rûmetên ji bo parastina xaka xwe, xwe feda kirin.

Malbatên şehîdan jî axivîn û soza şopandina rêya zarokên xwe dan.

Helbestvan Nalîn Yûnis jî helbest li ser şehîdan xwend û merasim bi sloganan bi dawî bû.

Back to top button