Şehîd Hevrîn li Hesekê bi civînekê hat bibîranîn

Partiya Sûriya Pêşerojê ya şaxê Hesekê bi civînekê Serkretera Giştî ya Partiyê Hevrîn Xelef bibîr anî.

Civîn bi slogana “Em dagirkeriyê têk bibin û ji bo aştiyê tê bikoşin” li Hola Silko ya taxa Xişman hat lidarxistin.

Bi sedan endamên saziyên sivîl, leşkerî, endamên partiyên siyasî yên li bajêr beşdarî civînê bûn.

Di civînê de li ser navê Partiya Sûriya Pêşerojê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anîn û gotin ku şehîd Hevrîn ji bo jinên sûrî têkoşiya û ji bo aştiyê kar û xebat dikir.

Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî kir ku têkildarî şehîdxistina Hevrîn ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve lêpirsînê vekin.

Bîranîn bi pêşandina sinivîzyonek der barê jiyana têkoşer şehîd Hevrîn Xelef de bi dawî bû.

Back to top button