Kampanyaya “Bêhna xwînê ji kelûpelên Tirkiyê tê”

Li dewletên Ereban, gel û rojnemevanan kampanya ku bi dirûşmeya “Bêhna xwînê ji kelûpelên Tirkiyê tê” hatiye ragihandin, pêşwazî kir. Kampanya ku ji Siûdiyê destpê kir, li Misrê jî deng veda.

Di demên dawîn de li Siûdiyê derbarê boykotkirina kelûpelên Tirkiye û qutkirina serdana ji Tirkiye re rojeveke mezin çêbû.

Beriya çend rojan, Odeya Bazirganiyê ya Siûdiyê banga boykotkirina kelûpelên Tirkiye kiribû.

Odeya Bazirganiyê ya Siûdiyê gotibû ku divê boykotkirin bikeve meriyetê û ev yek berpirsyariya her welatiyekî Siûdî ye.

Her wiha Kampanya ku ji Siûdiyê destpê kir, li Misrê jî bi awayekî xurt deng veda.

Gelê Misirê û ereb bi kampanyayê hêrsa xwe li hemberî binpêkirinên Tirkiyê li herêmê, nîşan didin.

Li gorî beşdarên kampanyayê, Misir li dijî dewleta Tirk şerekî dimeşîne û di vê cengê de bijardeya boykotkirinê çeka gel e.

Back to top button