Salvegera 6. a avakirina Tevgera Azadî

Îro 6’emîn salvegera damezrandina partiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ye.

tevî ku Tevgera Azadî li Iraqê partiyek fermiye jî, PDK nahêle Tevgera Azadî li herêmên PDK’ê kar bike û niha gelek endamên Tevgera Azadiyê di zîndanên PDK’ê de ne.

Tevgera Azadî jî li dijî êrîş û zextan, di 6’emîn salvegera xwe de banga pêkanîna eniyek muxalefetê kir.

Îro 6’emîn salvegera damezrandina partiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ye.

Tevgera Azadî di nava 6 salan de li Başûrê Kurdistanê xwe di hemû milan de rêxistin kir.

Tevgera Azadî di 17’ê Cotmeya 2014’an de hate damezrandin. Di 4’ê Kanuna 2017’an de li Iraqê bi awayek fermî hate nasîn.

Tevê vê yekê jî heya niha bi dehan endamên Tevgera Azadî ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin û di zindanan de têne ragirtin.

Di sala 2018’an de Tevgera Azadî tevlî hilbijartinên parlamenteriyê yên Iraqê bû û kursiyek bi dest xist.

Lê Hikumeta Herêma Kurdistanê nehêla Tevgera Azadî tevlî hilbijartinên parlamenteriyê yên Herêma Kurdistanê bibe.

Tevgera Azadî xwedî sîstema hevserokatiyê ye.

Di hemû rêveberiyan de rola jinê berçave û jin di nava Tevgera Azadî de xwedî rolek sereke ne.

Tevgera Azadî di mijarên siyasî, aborî û civakî de xwedî helwestek diyare.

Ji bo mijarên netewî û nîştimanî jî hertim di nava çalakiyan deye.

Lê niha PDK li başûrê Kurdistan navendê Tevgera azadî girtine û nahêle çalakiyekî jî bikin.

Tevgera Azadî: Dêvê em li dijî PDK’ê eniyek muxalefetê ava bikin

Tevgera Azadî jî bi boneya 6’emîn salvegera partiya xwe daxuyaniyek da.

Tevgera azadî diyar kir ku tevî hemû êrîş û astengiyan jî ewê ji bo civaka xwe têkoşîna xwe bidomînin.

Tevgera azadî balkişand li ser rewşa desthiladariya başûr û got:

Desthilata başûr niha di dema xwe ya hilweşînê de ye û ji bo ku bimîne jî destkeftiyan başûr dike qurbanî.

Axa başûr pêşkeşê dewleta Tirk dike.

Tevgera Azadî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û polîtîkayên desthilatdariya başûr banga avakirina eniyek mûxalîf kir.

Back to top button