Şehîd Hevrîn li Dêra Zorê bi civînekê hat bibîranîn

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şehîd Hevrîn Xelef bi civînekê li herêma Meamîl a Dêra Zorê bi bîr anî.

Bi diruşmeya “Em dagirkeriyê têk bibin..ji bo aştiyê têkoşînê bikin”, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi civînekê sekretêra giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anî.

Civîn li avahiya Meclisa Sivîl a Dêra Zorê ya li herêma Meamîl bi tevlêbûna nûnerên saziyên sivîl û leşkerî hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de şehîd Hevrîn Xelef û hemû cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn.

Her wiha siyasetên dewleta Tirk  a dagirker ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin.

Di dawiya bîranînê de sînivîzyoneke li ser têkoşîna şehîd Hevrîn Xelef hate pêşandan.

Back to top button