Şandeya Siwêdê: Em deyndarê gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî ne

Şandeya Wezareta Derve ya Siwêdê gera xwe ya roja yekemîn li goristanan Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo û Saziya Birîndarên Şer bi dawî kir.

Piştî kongreya çapemeniyê ya li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve, endamên şandeyê serdana goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo kir.

Nûnerê taybet bi dosyaya Sûriyê yê Wezareta Derve ya Siwêdê Per Ornius baqên gulan danîn ser peykerê li goristanê. Li wir bi dehan malbatên şehîdan hebûn.

Ornius axivî û got: “Van şehîdan ne tenê ji bo we canê xwe dan, lê ji bo me tevan û ji bo tevahî cîhanê kirin. Di oxira tunekirina terorê de xwe feda kirin. Li ser vê keda wan nikarim îfade bikim.

Wekî dewleta Siwêd û dewletên din em deyndarê keda we in. Em dizanin ku berxwedan û têkoşîn hîna bi dawî nebûye, em ê bi hev re têkoşînê dewam bikin.”

Malbatên şehîdan gotin, civaka navneteweyî berpirsê binpêkirinên Tirkiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Her wiha destnîşan kirin ku daxuyaniyên şermezarkirinê yên civaka navneteweyî têrê nakê ku sînorekî ji êrişên Tirkiyê ya dagirker re deyne.

Malbatên şehîdan mixabiniya xwe anîn ziman ji ber ku heta niha tu aliyî mudaxele nekir û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê bi sînor nekirnie.

Şandeya Siwêdî, serdana Saziya Birîndarên Şer kir.

Rêveberiya saziyê xwest ku dewleta Siwêdê destekê bide saziyê û buroyeke taybet a gaziyan li Siwêdê veke da ku birîndarên rewşên giran û yên astengdar li wir tedawî bibin.

Şandeya Siwêdê destnîşan kir ku ew ê pêwîstiyên birîndarên şer bişopînin û hewl didin ku daxwazên wan bi cih bînin.

Her wiha got ew ku di pêşerojê de koordîneya di navbera rêxistinên Siwêdê yên li herêmê kar dikin de zêde bikin da ku piştgiriyê bidin vê saziyê û anî ziman ku ew ê daxwazên wan bighînin hikumetên din da ku berpirsyartiyên xwe li hemeberî kesên ku di oxira parastina civaka navnetewî de birîndar bûne bi cih bînin.

Şandeyê gera xwe ya roja yekemîn li Saziya Birîndarên Şer bi dawî kir.

Back to top button