Li Çiyayê Cûdî ji ber gulebarana leşkerên Tirk, şewat derket

Li qûntarên Çiyayê Cûdî di encama gulebarana leşkerên Tirk de şewat derket. 

Li Çiyayê Cûdî ya girêdayî navenda Şirnexê 2 roj berê li Geliyê Hirçan, Geliyê Zingilî û gundê Cifanê şewata ku rû da bû berdewam dike.
Di serê vê sibê de, hatibû ragihandin ku di encama gulebarana leşkeran de li  herêma Kaniya Mêwa û Dêguhka, nêzî mewkiya Atatûrk Burnuyê şewat derketiye.
Hat diyar kirin ku li herêma şewat lê dewam dike, tevgera hewayî didome û bi tu awayî mudaxileyî şewatê nayê kirin.
Back to top button