Li herêmên hikûmeta Şamê 46 kesên din bi Coronayê ketin

Li herêmên Hikûmeta Şamê jî 46 kesên din bi vîrûsê ketin û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 24 saetên dawî de, 46 kesên din bi nexweşiya coronayê ketine û 4 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezaretê eşkere kir ku 38 kesên din jî baş bûne..

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, heya niha jimara nexweşên Corona li seranserî herêmên hikûmeta Şamê gihaşt 5 hezar û 33 kesî, ji wan hezar û 494 kes baş bûne û 245 kes jî mirine.

Back to top button