Ji bo azadiya Ocalan 2 hezar îmze pêşkêşî NY hate kirin

2 hezar îmzeyên ku ji bo azadiya Rêber Ocalan hatine komkirin, radestî balyozxaneyên welatan ên li Başûrê Kurdistanê hatin kirin. Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Qahîreyê Seyîd Ebdulfetah diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan, piştrastkirina dîktatoriya dewleta Tirk e.

Kampanyaya Navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Ocalan ku bi pêşengiya jimareke akademîsyen û çalakvanên siyasî hatibû destpêkirin, bi dawî bû.

2 hezar îmzeyên ku ji bo azadiya Rêberê Ocalan hatine komkirin, pêşkêşî Sekreterê NY, Parlamena Ewropa û balyozxaneyên welatan ên li Başûrê Kurdistanê hatin kirin.

Beşdarên kampanyayê ji saziyên navborî daxwazî kir ku ji bo azadiya Rêber Ocalan bikevin nava hewldanan.

Mamostayê Zanîngehê Hewjîn Mele Emîn ku yek ji beşdarên kampanyayê bû, got:

“Divê dewleta Tirk baş bizane ku bêyî Ocalan, pirsgirêka Kurdî çareser nabe.”

Nivîskar, rewşenbîr û çavdêrê siyasî yê Kerkûkî Letîf Fatih Ferec jî da xuyakirin ku zindankirina Ocalan, zindankirina hemû gelên herêmê ye.

Ferec, pêngava KCK’ê ‘Ji Ocalan re Azadî’ ku li seranserî cîhanê hatiye ragihandin, weke hewldaneke girîng bi nav kir.

Ferec got:

Niha Tirkan jî ev rastî fêm kiriye ku bi mayîna Ocalan li girtîgehê, ti aştî pêk nayê, bi taybet li Bakur û Rojavayê Kurdistanê.”

Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Qahîreyê Seyîd Ebdulfetah destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêber Oalan nayê pejirandin û da zanîn ku ev tecrîd, piştrastkirina dîktatoriya dewleta Tirk e.

Seyîd Ebdulfetah peyameke bidîmen der barê tecrîda dewleta Tirk a li ser Ocalan de belav kir.

Ebdulfetah di peyamê de dibêje:

“Dewleta Tirk, dewleteke dîktator e û yasayên navneteweyî binpê dike.

Ocalan ti sûc li dijî mirovahiyê nekiriye û xwedî bawerî û bingeheke mirovahiyê ye, lewre divê xwedî lê were derketin.”

Back to top button