Artêşa Tirk a dagirker, gundên Şehba û navçeya Şerayê ya Efrînê topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe vê sibehê gundên Bêlûniyê û Eyn Deqnê yên herêma Şehbayê bi dijwarî topbaran kirin.
Têkildarî encamên topbaranê, agahî nehatin bidestxistin.
Artêşa Tirk a dagirker her wiha dawiya şeva borî gundên Merenaz û Malikiyê yên navçeya Şera ya Efrînê da ber topan.