Îran bidawîbûna qedexeya çekan radigihîne

Îranê ragihand ku qedexeya navdewletî a kirîna çekan a li ser Îranê, îro Yekşemê bi dawî dibe.

Wezareta Derve ya Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku rakirina qedexeyê, wê rêya kirîn û firotina çekan, li gorî siyaseta parastinê, li pêş Îranê veke.

Wezaretê diyar kir ku bidawîbûna qedexeyê bi awayekî xweber pêk tê û pêwîstiya wê bi daxuyanî yan jî biryareke nû ji Konseya Ewlekariyê tune ye.

Wezaretê destnîşan jî kir ku tevî bidawîbûna qedexeyê jî, lê Îran kirîna çekan pêwîst nabîne.

Tê zanîn, Serokê Amerîkayê Donald Trump, li dijî bidawîbûna biryara qedexeya çekan a li ser Îranê ye û banga nûkirina cezayan dike.

Back to top button