Li Baxozê, mayîneke DAIŞê teqiya, 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û zarokek birîndar bû.
Li bajarokê Baxozê yê rojhilatê Dêra Zorê, mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê teqiya.
Di encamê de, 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û zarokek bi giranî birîndar bû.
Zarokên jiyana xwe jidestdayî, Mihemed Mihsên El-Necim (11) û Îsa El-Bedran (16) ne.
Her wiha zarokê birîndar jî Fehid El-Bedran ê (14) ye.