Li Kerkûkê 3, li Selahedînê jî 12 kes hatin kuştin

Li Kerkûkê, çekdarine nenas êrîşî erebeyeke sivîlan kir. Di encamê de, 3 kesan jiyana xwe ji dest da.

Duh bi şev li gundê Tulkî yê bajarokê Şiwan ê Kerkûkê çekdarine nenas êrîşî erebeyeke sivîlan kir, di encamê de, 3 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, 2 ji wan biyarên hev bûn û yek jî apê wan bû.

Piştî kuştina van sivîlan, êrîşkeran erebe jî şewitand.

Tê gotin, dibe ku çeteyên DAIŞ’ê pêk anîbin, lê heta niha ev yek ji aliyê polîsan ve nehatiye piştrastkirin.

Li aliyekî din, çekdarine nenas 12 ciwan li parêzgeha Selahedînê revandin.

Hêzên ewlehiyê cinazeyên 8 ciwanan dîtin, lê çarenûsa her 4 ciwanên din nediyar e.

Hat ragihandin ku piştî komkujiyê serokwerîzê Iraqê Mistefa Kazimî, tevî wezîrên Parastin û yê Hundirîn çûn Selahadînê û cihê bûyerê lêkolîn kir û Kazimî, fermana lêpirsîneke berfireh da.

Back to top button