Cara duyemîn agirbest hat ragihandin

Di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de cara duyemîn agirbest hat ragihandin.

Wezaretên Karên Derve yên her du welatan bi daxuyaniyên cuda ragihandin ku li Qerebaxa Çiyayî agirbest pêk hatiye.

Di daxuyaniyan de hat gotin ku Ermenistan û Azerbeyanê di 18’ê Cotmehê saet 12’ê şevê bîryara agirbestê girtine.

Ji şerê ku 27’ê Îlonê de destpêkir heta niha ev agirbesta duyemîn e tê ragihandin.

Lê piştî agirbest kete meriyetê her du aliyan dîsa hev du bi binpêkirina agirbestê tawanbarkirin.

Back to top button