Li Başûrê Kurdistanê, 23 rêxistinên sivîl daxwaza berdana rojnameger û çalakvanên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine girtin, kirin.
Li ber Dadgeha Silêmaniyê endam û nûnerên 23 rêxistinên civakî li dijî binçavkirin û girtina rojnameger û çalakvanên ji aliyên hikûmetê ve hatine binçavkirin û girtin çalakiyek li dar xist.
Aliyan bi riya daxuyaniyekê daxwazên xwe pêşî Lijneya Karûbarên Civakî û Parastina Mafê Mirovan a Parlamentoya Başûrê Kurdistanê û Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê kirin.
Rêxistinan daxwaz ji Parlamentoya Başûrê Kurdistanê û Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê kir ku zextê li desthilatê bikin daku girtiyan berde.
Her wiha daxwaz ji raya giştî û partiyên derveyî desthilatê hat kirin ku li dijî bêdengkirina ramanên azad zextê li desthilatê bikin û sînorek ji nêzîkatiyên hêzên ewlehiyê re were danîn.