Şandeyê serdana kampên Waşokanî û Serêkaniyê kir

Şandeya Siwêdî ya ku doh derbasî Bakur û Rojhilatê Sûrî bû, îro serdana kampên Waşokanî û Serê Kaniyê kirin.
Şande di nava kampan de geriyan û rewşa koçberan pirs kir.
Nûnerê taybet ê Wezareta Derve yê Siwêdê Bear Ornius diyar kir ku ew ê ji bo garantiya vegera koçberan kar û xebatê bikin.

Duh şandeyeke Siwêdê bi rêya dergeha Sêmalkayê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.

Şandeyê di berdewamiya gera xwe ya li herêmê, serdana kampa Waşokanî ya koçberên Serê Kaniyê kir.

Şandeyê bi rêveberiya kampa Waşokanî re civiya û behsa rewşa koçberan kirin.

Nûnerê taybet ê Wezareta Derve yê Siwêdê Bear Ornius diyar kir ku ew amade ne bi koçberan re bibin alîkar.

Bear Ornius anî ziman ku ew mat dimînin çima rêxistinên girêdayî NY heta niha alîkariya van koçberan bi awayekî tê xwestin nekirine.

Hevserokê Meclisa Kampa Waşokanî Eladîn Cemîl jî axivî û bersivên pirsên şandeyê da û got:

Paşê şandeyê serdana dibistana li kampê û hin konan kir, rewşa wan nas kir û li xwestekên koçberan guhdarî kir.

Piştî Kampa Waşokanî Şandeyê serdana kampa Serê Kaniyê jî kir û rewşa koçberan pirs kir.

Em ê ji bo vegere koçberan kar û xebatê bikin

Nûnerê taybet ê Wezareta Derve yê Siwêdê Bear Ornius ji televîzyona mere axivî û anî ziman ku ew gelekî xemgînin ji bo wan koçberan.

Bear Ornius ragihand ku ew ji despêkê ve li dijî êrîşên dewleta Tirk bûn û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.

Bear Ornius soz da ku ew ê ji bo garantiya vegera koçberan kar û xebatê bikin û li karê rêxistinên li hundirê kampê binêrin.

Back to top button