Li Kobanê, hêzên Asayîşê sîxurekî MÎT’a Tirk girt

Bi operasyonên taybet, Asayîşa Bakur û Rojhilatê Suriyê, gelek kesên ku sîxuriyê ji dewleta Tirk re dikin, girtine.
Ji wan jî, Hesen Mistefa Hemo yê ji Kobanê ye.
Hemo diyar dike ku ew bi rêya pereyan hatiye xapandin û bang li Kurdên li Tirkiyê kir ku li hember xefkên MÎT’a Tirk hişyar bin.

MÎT’a dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkeriya xwe ya li herêmê, niha jî bi rêka sîxuran dixwaze civaka Kurd û şoreşa Rojava têk bibe.

Vê yekê jî bi sîxurkirina Kurdên ku koçî Başûr û Bakurê Kurdistanê bûne, wan dixe xefika xwe û wan bi kar tîne.

Hêzên Asayîşê li Kobanê, sîxurê bi navê Hesen Mistefa Hemo yê ji MÎT’ê re sîxurtiyê dikir, bi operasyoneke taybet girt.

Sîxur Mistefa Hemo ji gundê Bilika yê Kobanê ye û bi rêka kesekî bi navê Mihemed Ebû Elo ku bi xwe jî xelkê Kobanê ye, ji MÎT’a Tirk re kardike, dibe sîxûr.

Sîxur Mistefa wiha behsa sîxuriya xwe dike..

Sîxur Mistefa Hemo bi behaneya ku wêneyê şehîdên Rojava li ser telefona wî heye, digirin û beramberî berdana wî sîxuriyê lê ferz dikin.

Sîxur Mistefa Hemo bi rêka Mihemed Ebû Elo ji bo were berdan sîxuriya MÎT’ê qebul dike.

Piştî wê, MÎT’a Tirk pelikên wî çêdike û ji bo sîxuriyê wî di ser Cerablusê re dişîne Kobanê.

Hesen Mistefa Hemo diyar dike ku MÎT’ê erka berhevkirina agahiyan û revandina kesên Bakurî daye pêş wî.

Sîxurê ku xwe ji bo 2 mîlyaran L.T firotêye, poşmaniya xwe tîne ziman û bang li Kurdên Tojava yên li Tirkiyê kir ku li hember xefikên MÎT’ê şiyar bin û nekevin xeta xiyanetê.

Back to top button