Paşinyan banga naskirina herêma Qerebaxê dike

Serokwezîrê Ermenistanê Nicol Paşinyan banga naskirina herêma Qerebaxê kir.

Paşinyan li ser hesabê xwe yê Twîtterê diyar kir ku herêma Qerebaxê ti carî nebûbû parçeyekî komara Azerbeycanê û destnîşan kir ku ti rewabûna daxwazên Azerbeycanê li gorî qanûna navdewletî tune ne.

Li ser erdê jî, Wezareta Parastinê ya Ermenistanê ragihand, ku panzêreke hêzên Azerbeycanê, li Qerebaxê hat teqandin.

Her du alî hev du bi binpêkirina agirbestê tawanbar dikin

Her du alî hev du bi binpêkirina agirbestê tawanbar dikin.

Berdevkê Wezareta Parastina Ermenistanê Şoşan Stepanyan diyar kir ku balafirên bêpîlot yên Azerbaycanê du dibistanên li herêma Jîxarkunîk a Ermenistanê, topbaran kirin.

18’ê Cotmehê wezaretên Karên Derve yên her du welatan bi daxuyaniyên cuda ragihandin ku li Qerebaxa Çiyayî agirbestek din pêk hatiye.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan jî li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyanî da û banga naskirina Komara Qerebaxê kir.
Paşînya diyar kir Qerebax ti carî nebûye parçeyekî dewleta Azerbeycanê û daxwaza Azerbeycanê ya li ser Qerbaxê bingeha di qanûnên navnetewî de tune ye.

Back to top button