Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jimara kesên ku bi vîrûsa Coronayê ketine 3 hezar derbas kir.
Desteya Tenduristiyê ragihand ku 150 kesên din bi coronayê ketin û 5 kes ji vîrûsê, baş bûne.
Li gorî daneyên herî dawî, jimara kesên bi vîrûsê ketine dibe 3 hezar û 89 kes, ji wan 95 kesan jiyana xwe ji dest daye û 635 jî baş bûne.
Lli herêmên hikumeta Şamê 44 kes bi vîrûsa Corona ketin
Li herêmên hikumeta Şamê jî, 44 kesên din bi vîrûsê ketin û 3 kes jî mirin.
Bi vê yekê, li wan herêman jimara pêketiyan dibe 5 hezar û 77 kes, ji wan heta niha 248 kes mirine û hezar û 528 jî baş bûne.