Ayşe Başaran: Em seferberiya xweparastin û rêxistinkirinê didin destpêkirin

Der barê êrîş û tundiya ku li dijî jinan pêk tê û li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zêde bûne, berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir êrîşên li ser jinan sîstematîk in û ew ê li dijî van êrîş û tundiyê, seferberiya xweparastin, rêxinkirin û berxwedanê bidin destpêkirin.

Meclisa Jinan a HDP’ê li Stenbolê civiya û zêdebûna êrîş û komkujiyên li dijî jinan li Tirkiyê, nîqaş kirin.

Çalakgerên TJA’yê, Berdevk û Perlementerên HDP’ê jî tevlî nîqaşê bûn.

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran li ser êrîş, tundî û kuştina jinan ji ajansa Mozopotamyayê re axivî.

Ayşe diyar kir ku li bajarên Bakurê Kurdistanê desdirêjî her tim bûye amûrek sereke ya şer û daraza Tirkiyê her tim jin sûcdar kiriye û mêr parastiye.

Ayşe dibêje:

Pergal dixwaze rejîmekê ava bike, jinan li pêşiya xwe weke asteng dibîne û êrîşî wan dike.

Jin li her qadê, mekanîzmaya xweparastinê bi pêş dixin û dixin meriyetê.

Ji ber vê yekê, desthilat jinan weke bobelatê dibîne û dixwaze wan tune bike.

Ji bo ew li ber êrîş, tundî û kuştina jinan rabin, Ayşe Acar Başaran eşkere kir ku wan palnsazî danîne.

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê got:

Hem ji bo şikandina tecrîdê û hem jî ji bo azadkirina Ocalan, bernameya têkoşîna me heye.

Her wiha me êrîşên li dijî jinan nîqaş kir û plansaziya xwe ya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan zelal kiriye, di vê rojê de, em ê azadî û demokrasiyê bi rêxistin bikin.

Wê ev nexşerê, bibe têkoşîn û berxwedan û em ê li her deverê seferberiya hûnandina têkoşîn û rêxistinkirinê bidin destpêkirin.

Back to top button