Amerîka: Qedexeya çekan a li ser Îranê berdewam e

Piştî Tehran bidawîbûna qedexeya çekan a li ser Îranê ragihand, Amerîka careke din gefa dewamkirina qedexeyê lê xwar..

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku qedexeya navdewletî ya çekan a li ser Îranê bi dawî nebûye û hişyarî da ku çi aliyê çekan bifroşe Îranê yan jê bikire, wê were cezakirin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê destnîşan kir ku, li gorî Waşingtonê, hemû çezayên navneteweyî yên li dijî Îranê ji 19’ê Îlonê ve hatine nûkirin.

Li gorî Pompeo, frotina çekan bo Îranê, wê weke binpêkirina biryara Konseya Ewlekariya ya jimar 1929 were dîtin, her wiha kirîna çekan ji Îranê, wê weke binpêkirina biryara Konseyê ya jimar 1747 were hesibandin.

Duh Yekşemê, Îranê, bidawîbûna qedexeya navdewletî ya kirîn û frotina çekan ku li ser wê hatibû sepandin, ragihand.

Back to top button