Asayîşê toreke ku belgeyên sextekirî çêdike li Reqayê girt

Asayîşa bajarê Reqayê, komeke kesên ku belgeyan li gelek saziyên li Sûriye û Libnanê sexte dikin, girt û alavên sextekirinê desteser kirin.

Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku endamên Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ya Reqayê, duh toreke sextekirina belgeyan girtiye.

Asayîşê destnîşan kir ku wan kesan, belge û kaxezên li gelek saziyên fermî yên Sûriye û Libnanê, sexte dikirin.

Asayîşê her wiha diyar kir ku 143 mohrên girêdayî saziyên fermî yên Sûriye û Libnanê, alaveke çapkirinê, nasname, kaxiz, bawername û nasnameyên sextekirî desteser kirine.

Di lêpirsînê de, endamên komê li sûcên xwe mikur hatin û li ser wê jî ji bo Komîteya Îdîa û Lêpirsînê hatin veguhastin.

Back to top button